Feysel Miqdad, berêvara şemiyê di civîna rojnamevaniyê ya hevpar bi Hisên Emîr-Ebdulahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê re bal kişand ser sefera wî ya Şamê û got: Ev hevdîtin di halekî de cih tên ku navçe rastî alûgurên berdewam hatiye û welatên navçê jî ji aliyê welatên rojavayî û Emerîka û Rejîma Siyonîst va rastî hin pirsgirêkan hatine.
Wî derbarê muzakireya di navbera berpirsên Sûriye û Tirkiyê da jî got: Hevdîtina serokkomarên Sûriye û Tirkiyê maye ser çareserkirina pirsgirêkên heyî.
Miqdadi her wiha got: Bo hevdîtinên di asta bilind bi berpirsên Tirkiyê, destpkê divê zemîne were sazkirin.
Wî her wiha got: Bêyî kutabûna dagirkeriyan nikarin behsa vegeryana peywendiyên Tirkiyê bo rewşa berê bikin û her hevdîtinek bi aliyê himber re divê li gor rêzgirtina li serweriya neteweyî û yekpeçetiya axê ya Sûriyê û bidawîhatina dagikerîyê û rawestandina piştgiriya ji terorîzmê be.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî di hevdîtina bi Serokkomarê Sûriyê re teqez kir ku Komara Îslamî ya Îranê, ewlehî û pêşketina Sûriyê, ewlehî û pêşketina xwe dizane û yê piştgiriya xwe ya xurt ji Sûriyê bidomîne.
Wezîrê karên Derve yê Îranê kêfxweşiya xwe ji ber demajoya berfirehkirina peywendiyên derve yên Sûriyê nîşan da û ev yeka nîşana giringî û cih û şûna Sûriyê li navçeyê da zanîn.
Serokomarê Sûriyê jî di vê hevdîtinê de tevî ragihandina silav û rêzên xwe yên gerim bo rêberê giranqedr ê şoreşê û Serokê Komara Îslamî ya Îranê, got: Komara Islamîya Îranê welatê herî nêzîk bo Sûriyê ye û di serdema şêr de jî li pişta me sekinî û em ê piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji bîr nekin.
Wî bal kişand ser giringiya sefera bê ya Serokê Komara Islamî ya Îranê bo Sûriyê û tekez kir ku Şam ji bo hewla hevpar û zemînesazîya bona serkevtîbûna tam a wê seredanê amade û ciddî ye.