AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

16 rêbendan 2023

15:41:20
1338911

Sen'ayê gotûbêja bi desteya omanî erênî nirxand

Serokê Desteya Gotûbêjker a Sen'ayê gotûbêja bi desteya omanî ra wek navciya gotûbêjên agirbesa digel Hevpeymaniya Siûdî erênî nirxand.

Muhemed Ebdusselam Serokê Desteya Gotûbêjker a Sen'ayê berêvara Yekşemiyê derbarê gotûbêjên vê dawiyê bi navcîtiya Omanê got: "Bi hewldana birayên omanî desteya neteweyî piştî pêkanîna gotûbêjên cidî û erênî çû Mesqetê."

Muhemed Ebdusselam her wiha got: "Gotûbêj li ser tevdîrên ji bo karûbarên însanî pêk hatin; tişta ku dibe sebeb arambûna rewşa gelê Yemenê û amadekariya ji bo aştiya giştalî, berfireh û edlane û bidawîhatina destdirêjî û dorpêçê."

Meha derbasbûyî Berdevkê Ensarullahê basa hatina desteyeke yemenî bo vî welatî ji bo raberkirina pêşniyarên nû li ser agirbesê kiribû. Vê desteyê piştî şêwirîna digel rayedarên payebilind ên Sen'ayê ji wan Mehdî El-Meşat Serokê Konseya Bilind a Siyasî û veguhestina helwêst û nêrînên Hevpeymaniya Siûdî bo rayedarên Yemnenê, terka Sen'ayê kiribû.

Desteya omanî wek duyemîn serdana xwe di derdora du mehên derbasbûyî da, çar roj berê dîsan berê xwe da Sen'ayê û gotûbêjên xwe tev rayedarên yemenî dest pê kirin.

 342/