AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

18 rêbendan 2023

18:13:02
1339429

“Diqewime Hewlêr û Bexda di 6 mehên bê da li ser nift û gazê li hev bên”

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê hêvî kir ku heke qanûna nift gazê li parlimana Iraqê were pejirandin, Hewlêr û Bexda di 6 mehên bê da li ser nift û gazê bi wayekî teqil li hev bên.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî ku ji bo pişkdarîya di civîna Davosê çûye Swîsê, li rex vê civînê got: “Heke qanûna nift û  gazê li parlimana Iraqê were pejirandin, diqewime Hewlêr û Bexda di 6 mehên bê da li ser nift û gazê bi awayekî teqil li hev bên.”

Wî derbara encamên muzakireyên vê dawîyê yên di navbera desteya Herêma Kurdistanê bi serokatîya wî û hikûmeta navendî ya Iraqê da jî got: “Me li hev kir ku hemî zextên hikûmeta navendî ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê gavê û heta dema pejirandina qanûna nift û gazê li parlimana Iraqê bên sekinandin.”

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Heta wê demê, her du alî yê di warê birêvebirina meydanên niftê, firotina niftê û parvekirina derhatên wê hevkarî bikin û ew lihevkirin yê di dawîyê da di qanûna bûceya ya Iraqê da werin bicihkirin.”

Mesrûr Barzanî têkildarî lihevkirina li ser qanûna nift û gazê li Iraqê jî got: “Ez nizanim ka çiqasî li gorî dîtina rastîyan e, lê xişteya demê şeşmehî ye û em hêvîdar in ku ew qanûna zûka were pejrandin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê têkildarî deynên Herêma Kurdistanê bo şirketên niftê yên bîyanî da jî got ku kabîneya wî sozdarê dayîna deynan e û heke Hewlêr û Bexda bi awayekî teqil li hev bikin, hemî deynên Herêma Kurdistanê bo şirketên niftê yên bîyanî dê bên dayîn.

342/