AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

24 rêbendan 2023

17:32:51
1340769

Sûriye bi alîkariya Rûsiyê balefirgeha El-Cerahê ya Helebê ji nû va amade kir

Artêşên Sûriye û Rûsiyê karê jinûva-çêkirin û amadekirina balefirgeha leşkerî ya El-Cerahê li parêzgeha Helebê bi dawî anîn.

Balefirgeha Cerahê ji sala 2011an va bi caran ji destê artêşa Sûriyê derketiye û dîsan hatiye rizgarkirin û heyamekê da jî di bin kontrola komên terorîstî da bû. Artêşa Sûriyê di Gulana 2017an da ev balefirgeh ji destê DAIŞ'ê rizgar kir.

Li gorî rapora El-Minarê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku balefirgeha leşkerî ya El-Cerahê ku di qeyrana Sûriyê da gelekî tûşî ziyanê bûbû, bi hevkariya Hêzên asimanî yên Sûriye û Rûsiyê careke din hat amadekirin.

Balefirên şêrr û helîkopterên Sûriye û Rûsiyê careke din li vê balefirgehê daketin û li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê, amadekirina dubare ya vê balefirgehê dikare firrînên li navçeyên sînorî li bakurê Sûriyê dabîn bike.

Malpera Al-Arabi Al-Jadid'ê jî ragihand ku artêşa Sûriyê pergalên berevaniya asimanî yên Buk-M2 û  Pantsir-S1'ê li vê balefirgehê bi cih kirine.

 

342/