AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

24 rêbendan 2023

17:33:47
1340771

Dema birêveçûna gotûbêjên di navbera YNK û PDK’yê da kivş bû

Çavkaniyeka agehdar ragihand ku biryar e destpêka hefteya tê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Partya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di asta Mektebên Siyasî yên her du aliyan da civînekê li dar bixin û rewşê ji bo pêkanîna civînên di astên joratir û pêkanîna aramî û kiryarên guncaw xweş bikin.

Vê çavkaniyê herwiha ragihand ku yek ji xwestekên taxima amerîkî ya bi serokatiya Brett McGurk ligel konsûl û nûnerên welatên curbicur ku seredana Herêma Kurdistanê kiribûn û bi serokên van du partiyan re hevdîtin pêk anîbûn, eva bû ku her du alî ji bo bidawîanîna rewşa heyî bi hev re gotûbêj bikin û li hev bikin.

Roja Duşemiyê jî Bafil Talebanî, li civîna bi serokên Tevgera Goranê re ragihand ku wê bi PDK’yê re muzakire bikin.

Di eynî demê da serokekî PDK’yê basa alozbûna peywendiyên vê partiyê bi YNK’yê re kir.

Elî Fêlî li hevpeyvîna bi kanala televîzyonî ya El Firat a Iraqê re amajeyî vê yekê kir ku peywendiyên di navbera PDK û YNK’yê da peywendiyên pirr aloz û qeyranî ne û hewldanên ji bo baştirkirina peywendiyên di navbera van du partiyên kurdistanî da didomin. Wî her wiha got: “Em naxwazin ku qeyranan zêde bikin û dixwezin aqilmendên her du partiyan van qeyranan çareser bikin.”

342/