AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

24 rêbendan 2023

17:35:44
1340776

Di mehekê da 142 rayedarên erebistanî bi tawana gendeliyê hatin girtin

Rêxistina Hesabgirtin û Têkoşîna dijî Gendeliyê ya Erebistanê qala girtina 142 rayedaran bi tawana gendeliya darayî di heyama yek meha derbasbûyî da li vî welatî kir.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Rêxistina Hesabgirtin û Têkoşîna dijî Gendeliyê ya Erebistanê roja Duşemiyê ragihand ku vê rêxistinê du hezar û 364 dosye vekolandine û 307 tawanbar dane ber lêpirsînê û 142 kes ji wan girtine û hejmareke wan bi soza kefaletê hatine azadkirin.

Rêxistina Hesabgirtin û Têkoşîna dijî Gendeliyê ya Erebistanê her wiha ragihand: Sûcên herî girîng ên gendeliya darayî têkildarî bertîlxwarî, neçêbikaranîna cîgehê, diravşûştin anku bikaranîna pere bi rêya nedurist û sextekariya di belgeyan da ne.

Rêxistina Hesabgirtin û Têkoşîna dijî Gendeliyê ya Erebistanê ragihand: Kesên girtî ji Wezaretên Karên Hundir, Berevanî, Enêrjî, Dadwerî, Şaredarî, Tenduristî, Perwerdehî û Jîngehê, her wiha ji Rêxistina Hesabgirtin û Têkoşîna dijî Gendeliyê, Rêxistina Zekat û Xeracê û Gumrikê bûne.

Berfirehbûna gendeliyê li rêxistinên dewletê yên Erebistanê bû sebeb ku Selman Bin Ebdulezîz di sala 2016an da fermana damezirandina Rêxistina Hesabgirtin û Têkoşîna dijî Gendeliyê bide; rêxistina ku di salên dawî da bi sedan kes ji şazade û berpirsên siûdî yên niha û berê girtine.

342/