AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

28 rêbendan 2023

19:08:24
1341806

Şaxewan Ebdullah alîyê sebebkarê hikma Dadgeha Federal a dijî Herêma Kurdistanê aşkira kir

Cîgirê duyê yê Serokê Parlimana Iraqê derbara alîyê ku li pişt perdeya hikma vê dawîyê ya Dadgeha Federal a dijî Herêma Kurdistanê bûye da got: Wê bereyê Wezîrê Darayîyê yê Iraqê agahdar kirîye ku şandina 400 milyard dînarî bo Herêma Kurdistanê ya mehane rawestîne.

Cîgirê duyê yê Serokê Parlimana Iraqê Şaxewan Ebdullah ku ser bi PDK ye li şebekeyeke civakî nivîsî: Ka bihêlin em tenê hikma Dadgeha Federal nebînin, berî vê hikmê, nêzîkî 2 mehan e ku alî û bereyeke sîyasî Wezîrê Aborê yê Iraqê agahdar kirîye ku pêşîya şandina 400 milyard dînar bûca mehane ya Herêma Kurdistanê bigire.

Wê bereyê parlimanterê xwe li parlimana Iraqê rasipardîye ku doznayekê têkildarî şandina bûcê dijî Herêma Kurdistanê wajo ibke û raberî dadgehê bike û wî Dadgeha Federal neçar kirîye ku hikma xwe ser xêra alîyê doz vekirîye û dijî Herêma Kurdistanê bide. 

 Cîgirê duyê yê Serokê Parlimana Iraqê herwiha got: Ew bereya ez basê lê dikim, destê wê di jordaçûna bihaya Dolar li Iraqê ya bi rêya qaçax û veguhestina bi sedan milyon dolarî ya rojane da hebûye. 

Şaxewan Ebdullah herwiha nivîsî: Hema wî alîyî Dadgeha Federal neçar kirîye ku hikmekê dijî qanûna nift û gazê ya Herêma Kurdistanê bide û wê bereyê hewil daye ku her dema alîyên sîyasî hevdil bin û derfetek di navbera wan da pêk were, ewê ji nav bibe û ewê bi wateya xeterekê ser rêya berjewendîyên xwe dizane. 

342/