AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

28 rêbendan 2023

19:09:08
1341807

Hevkariya şîrketa Trafigura`yê bi Herêma Kurdistana Iraqê re bi dawî hatîye

Li gorî rapora Bloombergê, şîrketa nehikûmî ya Tirafîgorayê wek yek ji navbeynkarên hinardekirina niftê, danûstandinên xwe bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi dawî aniye.

Ajnasa Nûçeyan a Bloombergê ragehand ku peywendiya ticarî ya şîrketa nehikûmî ya Tirafîgorayê wek yek ji wasiteyên danûstandinên rasterat ên niftê yên Herêma Kurdistana Iraqê, bi Hewlêrê re bi dawî hatiye.

Blûmbêrgê di vê raporê de, hegera bidawîanîna danûstaninên Trafîgorayê bi Herêma Kurdistana Iraqê re lihevnekirina her du aliyan li ser danûstandinên nû di civîna aborî ya Davosê de daye zanîn.

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdisrana Iraqê di dawîn kêliyê de hevdîtina xwe bi rayedarên vê şîrketê re betal kiriye.

Trafîgora ku di warê nift, pola û kevirehesinan da dixebite, ji sala 2015`an va heta niha di berdêla firotina nifta xav li derveyî Iraqê, zêdetirî, 3.5 milyar dolar deyn daye Herêma Kurdisana Iraqê.

Tevî kutabûna danûstandinên her du aliyan, Herêma Kurdistana Iraqê, hîna jî  zêdetirî 250 milyon dolar deyndarê vê şîrketê ye. Blûmbêrgê bidawîhanîna peywendiyên ticarî di navbera Trafîgora û Herêma Kurdistana Iraqê, derbeyek zanî ku li hnardekirina rastrast a nifta xav a vê navçeyê ket. 


342/