Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanên Cîhanê, di rapora xwe ya salê da ragihand ku binpêkirina mafên medya û rojnamevanan li Herêma Kurdistana Iraqê zêde bûye.
Li gorî rapora vê saziyê di sala 2022`an da, di sala buhurî da rojnamevan û medyayên vê navçeyê rastî 158 car azirandin, girtin û daxistina nivîsgehên medyayî hatine.
Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanên Cîhanê, ragihand ku di sala buhurî da 19 çalakvanên medyayî li Herêma Kurdistanê hatine girtin, pêşiya weşana 20 medyayan hatiye girtin û 10 caran jî êriş û bêrêzî li medya û rojnamevanan hatiye kirin. Herwiha 10 haletên gefxwarina li medyayan hatine tomarkirin û alavên medyayî yên 7 rojnamevanan jî hatine zevtkirin.
Binpêkirina herî zêde ya mafên rojnamevan û medyayan li Hewlêr hatîye tomarkirin ku 21 halet bûne û li parêzgeha Silêmanîyê jî 18 halet hatine tomarkirin.
342/