7 February 2023 - 18:52
Tevgera Gorran`ê: Divê YNK bizane ku paşdaxistina hilbijartinan zîyaneke giran digihîne cîgeha wê

Endamekî Civata Giştî ya Tevgera Gorran`ê xwest ku hilbijartina parlimanê ya Herêma Kurdistanê di dema dîyarkirî da were lidarxistin û YNK jî hişyar kir ku xelk ji kiryarên wê wiha tigihîştîye ku ew ji lidarxistina hilbijartinê ditirse.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran`ê Dilşad Reşîd Mela ragihand: Heke hilbijartin neyê lidarxistin, yê zîyaneke giran li cîgeha YNK û hogirên wê bikeve û herwha nika gel wiha fikir dike ku YNK şîyana lidarxistina hilbijartinê tineye û ji lidarxistina wê ditirse.

Wî herwiha got: Divê YNK pirsgirêkên navxweyî wêda bide, heta heke encama hilbijartinê tam û sedî sed bi dilê wê nebe jî divê di dema kivşkirî da were lidarxistin û nabe berbendan saz bikin, ji bo ku gel pêbawerîya derheq hilbijartinan ji dest nede.

Merîvan Qurnî endamê Fraksyona PDK li parlimana Iraqê jî got: YNK ji tirsa daketina asta dengên xwe daxwaza paşdaxistina hilbijartinan dike. Wî pêgirî kir: Tenha hegera daxwaza YNK ji bo paşdaxistina hilbijartinan, ``tirsa ji kêmbûna dengên wê û jidestdana hikimdarî û serdestbûna li Silêmanîyê`` ye. 


342/