AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

8 reşemî 2023

19:12:02
1344806

“22yê Behmenê ya îsal dê sembola yekitîya neteweyî û pûçkirina stratejîya dijmin be”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: “Salvegera serkevtina Înqilaba Îslamî ya îsal dê sembola yekitîya neteweyî û pûçkirina stratejîya dijmin be.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel bi sedan fermande û personelên Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê da, Salvegera serkevtina Înqilaba Îslamî ya îsal sembola yekitîya neteweyî bi nav kir û got: “22`yê Behmenê ango 12ê Sibatê ya îsal sembola pişkdarî û amadebûn, rûmet, pêbawerîyê di nava gel da û yekitîya neteweyî ye.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hezretê Ayetullah Xamineyî îro di hevdîtina digel bi sedan fermande û personelên Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê da, pêgirî kir ku 22`ê Behmenê wek salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê, çawan ku heta nika zindî hatîye ragirtin, divê di siberojê da jî zindî were ragirtin.

Wî herwiha got: “Înqilaba zindî ew înqilab e ku isûlên xwe zindî ragire û di her dewrekê da hewcedarî û xeteran nas bike û pêwîstîyan dabîn bike û xeteran jî pûç bike.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî “xafilbûna ji pêwîstî û xeterên sereke û mijûlbûna bi mesele û gêre û kêşeyên kesane”  wek hegera sereke ya têkçûn an vegera dîktatorîyên tund û tal di înqilabên mezin ên cîhanê yên wekî înqilaba Fransayê û ya Sovyetê zanî û got: “Înqilaba Îslamî xwe ji wan belayana parast.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî “tewandina înqilabê” wek plan û armanca zelal a dijmin dijî pergala îslamî bi nav kir û got: “Komara Îslamî ya Îranê ev herêma girîng, stratejîk û tijîxêr ji destê wan derxistîye û bilî wê, banga serxwebûn, nedayîna serpişkîyan ne tenê wek meseleyeke sîyasî belkî wek yek ji bawerîyên dînî daye.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî herwiha got: “Diqewime hin welatên din jî bixwazin ku sîyaseta wan ji ya Amerîkayê cida be, lê ew sîyaseta cîyê xwe dide danuistandin, gotûbêj, muzakire û carina dayîna bacê bo kesên bibandor, çawan ku hûn mînakên vê yekê li cîhanê dibînin.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha artêşa roja îro sembola serxwebûn, bihêzbûn û pêbawerî û xweşdivîbûnê di nava gel û berpirsên Îranê da zanî û got: “Roja îro artêş bi gel ra, li rex gel û di nava gel da ye û heke berê artêşê heta ev mafa tinebû ku destê xwe li alav û pirtîyên balafiran ên ji Amerîkayê hatibûn kirrîn bide, roja îro tevî boykotan xwe balafiran çê dike û karên mezin, ecêb û sedema rûmetê ji bo gel dike ku mînaka vê yekê duh hat nîşandan.”