AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

12 reşemî 2023

20:21:49
1345850

Endamekî YNK: Gêreyeke nû di peywendîyên PDK û YNK da derketîye

Endamekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku gêreyeke nû di peywendîyên PDK û YNK da derketîye.

Xîyas Sûrçî di vî warî da herwiha got: Dadgeha Federal a Iraqê di biryarekê da ragihandîye ku şandina pişka Herêma Kurdistanê ji bûcê berovajî destûra bingehîn û girêdayîyê vê yekê ku Hewlêr derhata ji ber firotina rojane ya 250 hezar bermîl niftê bie Bexdayê, malperên nêzîkî PDK jî, YNK bi desthebûna di vê biryarê da tawanbar dikin. 

Sûrçî herwiha pêgirî kir ku ev helwest û tawanbarkirinên ji hêla PDk va pûç û nerast in, ji ber ku YNK jî ji ber ku nîvê Herêma Kurdistanê bi rêve dibe, ji ber wê biryarê tûşî zirarê bûye.

Wî herwiha got: Heta vê gavê ti demek ji bo dewra nû ya civînên YNK û PDK ji bo çareserkirina nakokîyên mayî yên têkildarî birêvebirina Herêma Kurdistanê nehatîye kivşkirin.

342/