Şasiwar Evdilwahid di hevpeyvîna xwe ya duh da ragihand: Du heger hene ku PDK û YNK naxwazin hilbijartin were lidarxistin. Ya yekê ev e xebata wan gelekî xerab bû û ya diduyan jî ev e ku ew mîna berê êdî nikarin derew bikin; wan pêştir ji bo endamên xwe pênaseya sexte çê dikirin da ku dengê xwe bidine wan, lê niha hema ew kes naxwazin dengê xwe jî bidin.
Şasiwar Evdilwahid got ku em ti wextî weke dema niha ji bo lidarxistina hilbijartinê amade nebûne, her çend ku paş da bikeve jî, amadetiya me zêdetir e. Wî got ku Tevgera Nifşa Nû ti şaştiyek nekiriye û hevrêya gel bûye û helwêsteke wê ya diyar hebûye; ev tevger ji ti tiştî natirse û guhrêbar e, Rê vekirî û dirêj e!
342/