Li gorî rapora Fars News’ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê roja Pêncşemiyê di Civîna salane ya Hewlêrê da bi gotina vêya ku Kurdistana Iraqê di çarçoveya hikûneta Bexdayê û li gorî Qanûna Bingehîn a vî welatî pêngav radike, got: Siyaseta me piştevaniya ji hikûmeta Muhemed Sûdanî serokwezîrê Iraqê ye.
Wî bi gotina vêya ku Iraqê kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê ye, got: Iraq qonaxeke nû derbas dike.
Barzanî tevî amajeya bi vêya ku Hewlêr ji bo aramî û ewlehiya Iraq û navçeyê dixebite, got: Iraq û Herêma Kurdistanê dikarin roleke girîng di warê enêrjiyê da bilîzin û niha derfeta zêrîn ji bo wan heye ku rola xwe ya ciddî bilîzin.
Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Iraqê roja 21ê Çileya 2023an mazûvanê Nêçîrvan Barzanî bû.
342/