Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî îro di daxûyanîyekê da ji ber şehîdbûna efserê fidakar Miqdad Mehqanî- Ce`ferabadî û pilledarê pasdar û misteşar Mîlad Heyderî ku di encama êrişa cinayetkerane ya Rejîma Sîyonîst di berbanga înîyê da li derdora Şamê hatin şehîdkirin, sersaxî da û ragihand: Rejîma Sîyonîst a sexte û cinayetker dê berdêla cinayetên li Sûrîyê dike bide.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê jî wek berteka hibmerî şehîdkirina 2 misteşarên leşkerî yên Îranê li Sûrîyê got: Xwîna wan şehîdên pillebilind yê li erdê nemîne û Komara Islamî ya Îranê bilî şopandina van cinayetana ji hêla hiqûqî û sîyasî va, mafê bersivdana himberî terorîsma hikûmetî ya rejîma Israyîlê ya sexte di dem û cihê guncav û pêwîst da parastî dizane.
Miqdad Mehqanî- Ce`ferabadî m,isteşarê leşkerî yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî li Sûrîyê û hevrefê şehîd Mîlad Heyderî bû ku di encama êrişa sîyonîstan a di berbanga înîyê da li derdora Şamê birîndar bibû û şehîd bû.
342/