AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
pêncşem

20 avrêl 2023

10:40:28
1359490

Serokkomarê Îranê: Peyama hêzên çekdar ên Îranê bo leşkerên amerîkî; Demlidest ji navçeyê derkevin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, got: Peyama Artêşê û hêzên şekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bo hêzên dernavçeyî bi taybet leşkerên amerîkî, eva ye ku demlidest ji navçeyê derkevin.

‘Seyîd Îbrahîm Reîsî’, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, di rêûrisma mesa leşkerî ya roja Artêşê bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, ji bo navçeyê ewlehiyê pêk tînin û herwiha got: Peyama Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, aştî, û dostanî ji bo welatên navçeyê ye û her destê digire ku bixwaze ewlehiya navçeyê biparêze û hêzên çekdarên Îranê ewlehiya navçeyê garantî dikin û hêzên dernavçeyî ti alîkariya ewlehiya navçeyê nakin.

Reîsî xitabî xelk û gelên navçeyê pêgîrî kir: Artêş û hêzên çekdar ên Îranê hertim wê bibin piştevanên ewlehî, tenahî û jiyana aram a gelên navçeyê û bila dijminên Înqilaba Îslamî û bi taybet Rejîma Siyonîst bizanibin ku livûtevger û pêngava herî biçûk dijî Komara Îslamî ya Îranê, wê bersiveka dijwar ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve bi dû xwe ve bîne û şaşitiya herî biçûk ji aliyê wan ve dijî ewlehiya Îranê, wê bibe sedema jinavçûna Til Avîv û Heyfayê.

Emîrê serleşker ‘Seyîd Ebdulrehîm Musewî’, Serfermandeyê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, jî li rex rêûrisma rêjeya 29’ê Ferwerdînê, salvegera rêzgirtina ji Artêşê got: Her hêzek ku bixweze hevsengiya hêz û êrişê têk bide, em ê li hember wê bisekinin. Serdar serleşker ‘Hisên Selamî’, Serfermandarê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî jî li rex vê rêûrismê got: Îran hertim bi welatên cînarê xwe re li aştî û aramiyê da jiyaye û bingeha wê jî li ser aştî û aramî û ewlehiyê ye û ji ber vê cîgeha bijare ye ku Komara Îslamî ya Îranê, bi her awayî, cihê istiqrar û ewlehiyê li navçeyê ye.

Emîrê Deryadar, ‘Hebîbulah Seyarî’, alîkarê hevdengkerê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê jî li rex merasima rêjeya Artêşê got: Îranê wek hemî welatan hewl daye ta ku şiyanên xwe yên berevaniyên zêde bike û alavên xwe jî dijî welatên dost û cînar li navçeyê bi kar nayîne belkî dijî wan kesan bi kar tîne ku dil hene êrişê yekperçetiya ax û serxwebûna welêt bikin.

Îro Sêşeme, 29’ê Ferwerdîna 1402an Koça Tavî beranberî 18’ê Nîsanê roja rêzgirtina camêrtiyên kadroya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ye.

Merasima rêjeya Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, îsal ji ber ku bi meha bimbarek a Remezanê re hevgav bû, bêyî beşdariya Yekîneyên Peya hate lidarxistin û pişkek ji şiyana şengê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, di çarçoveya yekîneyên erebeyên barkirî ji ber cîgehê, ketine rêzê û rêje çûn.

 342/