AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
pêncşem

20 avrêl 2023

10:43:11
1359495

Pêngavrakirina Hewlêr û Bexdayê ya pratîkî ji bo destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê

Hewlêr û Bexdayê gotûbêja têkildarî pêngavên pratîkî û teknîkî yên destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê dest pê kirin.

Ajansa Nûçeyan a Reuters’ê ji zarê çavkanîyên iraqî ragihand ku babetên nezelal di rêkeftinnameyanû ya Hewlêr û Bexdayê di warê niftê da ji bo destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê hatin zelalkirin û nivîsî: Hewlêr û Bexdayê pêngavên pratîkî û teknîkî ji bo destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê bo Tirkîyê dest pê kirine.

Ajansa Nûçeyan a Reuters’ê vexwendina şirketên çalak di warê nifta Herêma Kurditanê da ji hêla ‘Mesrûr Barzanî’ va ji bo gotûbêja di vî warî da li Hewlêrê ji wan pêngavên pratîkî zanî,

Herwiha biryar e ku çawanîya vekirina borîya veguhestina nifta Herêma Kurdistanê bo Tirkîyê, şert û mercên nû yên peymangirêdanê û çawanîya dayîna deynê şirketên niftê yên bîyanî jî bên hilkolandin.

Her çiqasî ku hela demeke deqîq ji bo destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdstanê nehatîye destnîşankirin, lê Ajansa Nûçeyan a Reuters’ê nivîsîye ku vê gavê Tirkîye berbenda sereke ser rêya destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ye.

342/