AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

5 gulan 2023

18:55:27
1362962

Gelê Sûriyê û navçeyê li ser vê bawerê ne ku Îran istûneke xurt û qahêm e

Serokê Kçmara îslamî ya Îranê got: Gelê Sûriyê û navçeyê dizanin ku Îran istûneke qahêm e û dikarin baweriya bi Îranê bînin û pişta xwe pê girêdin.

Seyd Îbrahîm Reyîsî îro piştî sefrea du rojî ya Sûriyê dema gihêşt Têhranê di gotûbêja bi nûçegîhanan re encam û destkewtên sefera fermî ya du rojî ya Sûriyê de got: Piştî 12 salan berxwedana gel û hikûmeta Sûriyê li himber pîlan û fitneyên dijminan û piştgiriyên  Komara îslamî ya Îranê ji vê berxwedanê, vê seferê giringiyeke zêde bo her du welatan û navçeyê hebû. 

 Serokê Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir: Mijara hevkariya di warê berheamîn û belavkirina enerjiyê, hêsankirina hevkariyên aborî û ticarî bi damezrandina bank û sîgorteya hevpar, xurtkirin û berfirehkirina tranzîtê di navbera Îran, Iraq û Sûriyê ji wan mêhwerên 15 belgeyên hevkariyê bûn ku di navbera her du welatan de hatin wajokirin. 

 Reyîsî her wiha bal kişand  ser hevdîtina bi komên curbicur ên berxwedanê re û got: Îro rojê gelê Sûriyê û navçeyê ser vê bawerê en ku  Komara îslamî ya Îranê, istûneke qahêm û dareke istûr û bi ber e ku dikarin pişta xwe pê qahîm bikin. 

342/