AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

5 gulan 2023

18:56:00
1362963

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê: Emê tu carî alîkariyên Îranê bo nevçeyê ji bîr nekin

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê got ku Îranê di gelek waran de alîkariya Herêma kurdistana Iraqê kiriye û emê tu carî vê yekê ji bîr nekin.

 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêam Kurdistana Iraqê got: Emê dijî Îranê, alîkariya tu kes an welatekî nekin û em pêbendî vê yekê ne ku bi Îsraîlê re qet peywendiyê çênekin. 

 Nêçîrvan Barzanî bal kişand  ser vê yekê ku Herêma kurdistanê di çarçoveya siyaseta Iraqê peywendiyên baş bi Îranê re pêk aniye û got: Asta danûstandinên bi Îranê re bêyî beçavgirtian beşa enerjiyê, zêdetirî  10 milyar dolarî ye ku zêdetirî sedî 60 ê  vê reqemê ji riya Herêma kurdistanê va cih tê. 

  Serokê Herêma Kurdistana Iraqê her wiha teqez kir: Emê qet alîkariya kesekî nekin ku dijî Îranê be, ne Îsraîl û ne jî her kesê din, siyaseta Bexdayê, têkiliya bi îsraîlê re nîne û em  jî pêbendî vê siyasetê ne. 

342/