AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

7 gulan 2023

19:49:42
1363592

Reyîsî di rêûrisma vekirina Pêşangeha IRAN-EXPO'yê da: Ofîsên bazirganiyê yên Îranê li welatên din çalak dibin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê qala çalakbûna ofîsên bazirganiyê yên Îranê li welatên din ji bo nasandina herî baştir a şiyanên zanistî û aborî yên Komara Îslamî kir.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî îro Yekşemê di rêûrisma vekirina Pêşangeha Şiyanên Îranê di warê Hinardekirinê da bi gotina vêya ku hikûmeta sêzdehem bi tomarkirina zêdetirî 50 miliyar dlar hinardekirinê rekoreke 40 salî bi dest xistiye, got: Ev rûdana girîng bûye sebeba têkiliya aborî û bazirganî navbera Îranê û welatên din û asta peywendiyên aborî û bazirganî dê xurttir bibe.

Reyîsî berhemên roja îro yên Îranê li welatên cînar û cîhanê xwedan şiyana rkeberiya digel berhemên welatên din zanî û got: Zêdetirî hezar bazirgan û çalakên aborî û berpirsên aborî yên welatên navçeyê û derveyî navçeyê serdana pêncemîn pêşangeha Şiyanên Îranê di warê hilardekirinê da dikin; tevî ku parkên zanist û teknolojiyê jî dikarin ji aliyê bazirgan û çalakên aborî va bên dîtin.

Pêşangeha IRAN-EXPO'yê li Navenda Pêşangehên Navneteweyî ya Tehranê xebata xwe dest pê kir û Imarat, Pakistan, Rûsya, Tirkiye û Çîn ji welatên beşdar tê da ne.

 342/