Îdrîs Şeban endamê PDK'yê bi gotina vêya ku YNK'yê serdestî li ser derhatên Silêmaniyê bi rêya derhatên derbasgehên sînorî, gumrik û bacê heye, got: Ev derhat di bûceya Wezareta Darayîyê ya Herêma Kurdistanê da nayên berçavgirtin û ji ber vê yekê nehevsengiyeke zêde di van derhatan da heye û hin pirsgirêk çêbûne û bûye sebeb ku Hewlêr nekare mûçeya fermanberên Herêmê di dema xwe da bide.
Hêjayî gotinê ye ku hev-tawanbarkirinên du partiyên serdest li Herêma Kurdistanê bi taybet piştî bûyera êrîşa ser balefirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê û tawanbarbûna PDK'yê ji aliyê YNK'yê bi hebûna destê wê di vê êrîşê da û hevkariya bi Tirkiyê ra ji bo êrîşa ser balefirgeha Silêmaniyê, gurrtir bûne.
342/