‘Xiyas Sûrçî’, li hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a El Meilûmeyê re got: Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û Qubad Talibanî, cîgirê wî, duh li hev kirin ku nakokiyên di navbera xwe da çareser bikin û berjewendiyên Herêmê seratir ji her cûre berjewendiyên din re bizanibin.
Sûrçî herwiha got: Mesrûr Barzanî û Qubad Talibanî di vê hevdîtinê da li ser pêkanîna komînyonên hevpar ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera 2 partiyan da û pêbendiya her du aliyan li lidarxistina hilbijartina Parlimana Kurdistanê di dema kivşbûyî da pêgîrî kirin.
Wî destnîşan kir: Di hevdîtina Talibanî û Barzanî da herwiha hat lihevkirin ku tîma wezîran a YNK’ê vegerin civînên kabîneya Herêma Kurdistana Iraqê.
342/