AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

12 gulan 2023

13:14:52
1364983

Emîrebdulahiyan: Sipaha Pasdaran wekî parêzvana ewlehiya welêt, hêla me ya sor e

Hisên Emîrebdulahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê, roja îniyê, li gotûbêjeka bi rêya telefonê ligel Katrîn Kolona, wezîra karên derve ya Firansayê, got: Sipaha Pasdaran, roleka bêmînak bona parastina ewlehiya netewî û sekinîna li hember terorîsma tekfîrî li navçê heye û wekî parêzvana ewlehiya welêt, hêla me ya sor e.

Wezîrê karên derve yê Îranê, li vê gotûbêja bi rêya telefonê bi bîrxistina peywendiyên kûr ên çandî û dîrokî di navbera her du welatan da, rastbînanebûna  nihêrîna Firansayê li hember Komara îslamiya Îranê, wekî pêngaveka erênî nirxand.

Wezîra karên derve ya Îranê, cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst li Xezê şermezar kirin û destnîşan kir: Berxwedana Filistînê bona berevaniya ji mafên gelê Filistînê bibiryar û amade ye û bihetm alûgorên Filistînê ser xêra desthilatdarên şerxwaz ên Rejîma Siyonîst nînin.

Katrîn Kolona, wezîrê karên derve ya Firansayê jî li vê hevpeyvîna bi rêya telefonê got: Alûgorên li Xezê, dibin sedema dilnîgeraniya cidî ya Firansayê; her li ser vî esasî, em lezandina kêmkirina kêşeyan û sekinandina pevçûna leşkerî dişopînin û dioxwezin.

Di vê gotûbêja bi rêya Telefonê da, Katrîn Kolona, ji ber karê mirovdostane ya Komara Îslamiya Îranê ya azadkirina du welatiyên firansî, sipasî kir û ewê pêngaveka erênî û bawerîçêker da zanîn.

342/