AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

14 gulan 2023

20:45:53
1365681

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Tevî berfirehbûna Fezaya Mecazî, pirtûk hema wisa di cîgeha xwe ya berz da ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di dawiya serdana xwe ya Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê da tekez kir: Tevî berfirehbûna Fezaya Mecazî, pirtûk hema wisa di cîgeha xwe ya bilind da ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Yekşemî) piştî sê salan û bidawîhatina sînordariyên koronayî, çû Nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) û serdana Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê kir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekez kir: Gişt çalakiyên hunerî, medyayî û çandî weke şano, sînema, heta nîgarekişandin û xebatên dîtbarî û bihîstinî hewcedarê pirtûkan in; kesek dikare xebata medyayî û hunerî ya baş berhem bîne ku mijûlî pirtûkan be û çandsaziya li welêt jî hewcedara pirtûkan e û tevî berfirehbûna Fezaya Mecazî, pirtûk hema wisa di cîgeha xwe ya bilind da ne.

Wî her wiha got: Ez dîsan jî teqez dikim ku her çiqas dikarin ji bo zarok û nûciwanan pirtûkan amade bikin û me ji pirtûkên biyanî bêminet bikin ku em bikarin pirtûkên bi çand û alîgirî û armancên xwe radestî nûciwanên xwe bikin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Nemaze pirtûkên bîreweriyan ên têkildarî serdema Berevaniya Pîroz û Berevaniya Ji Heremê ku tên çapkirin gelekî binirx in; ev cûreyeke nû ya pirtûkçêkirin û berhemanîna pirtpkan e ku bi şikra Xwedê bi rê ketiye. Nivîskarên jin di vî warî da gelekî çalak in û nivîsên gelekî baş ji wan hene û ez gelek pirtûkên wan jî dixwînim.

342/