Serdar Îsmaîl Qaanî, Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî di peyamekê de bo Komên Berxwedanê yên Filistînê ragihand: We di dîroka şêr de hemaseyeke nû xuliqand û we cardinê selimand ku hûn dikarin hejmoniya dijminan têk bibin û wan işkest bidin.
Di dewama peyama fermandeyê Sipahê Qudsê de hatiye: We bi hevkarî û yekitiya xwe karî serketineke din li serketinên xwe yên berê zêde bikin, ev serketin pêngavên xurt û qahêm ber bi serketina dawiyê ye.
Serdar Qaanî teqez kir Îran jî yê tim ji gel û berxwedana Filistînê piştgiriyê bike û yê dewamê bide xurtkirina bereya Berxwedanê da ku piyê Rejîma Siyonîst ji Erdên Filistînê were birrîn.
342/