Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî Hezretê Ayetullah Xaminêyî îro di hevdîtina digel berpirs, kargêrên merasima hecê û hejmareke zîyaretkerên mala Xwedê da, nêrîna durist derheq hecê û têgiheşştina girîngatîya vî ferzî zef girîng zanî û pêgirî kir: Hec meseleyeke cîhanî û şaristanîyetek e ku armanca wê jordabirina ummeta islamê, lihevnêzîkkirina dilên misilmanan û yekitîya umeta islamê himberî kufir, zilim, zorbêjî û botên mirov û nemirov e.
Wî amajeyî berjewendî û xêrên vê ferîzaeya mezin ên dunyewî û oxrewî kir û got: Heke hec nebe umeta islamê dê hilweşe.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha yekitîya umeta islamê û sekinîna hibmerî şeytanên pozbilind û zorbêj ji wan armancên hecê zanî û got: Yek ji xêr û berjewendîyên hecê yên dunyewî eva ye ku misilman di vê kombûna berfire da, xwe û şîyana xwe himberî Rejîma Sîyonîst û hêzên zorbêj û pozbilind nîşan bidin û himberî zalimên cîhanê bisekinin.
Hezretê Ayetullah amajeyî pêwîstîya agahdarbûna derheq meseleyên cîhanê û rewşa gelên misilman kir û got: Dema merasima hecê derfeteke baş ji bo naskirina rastî ya gelan û meseleyên cîhanî ye ta ku bi vê yekê mirov bi saya nûçeyên derew ên medya û ajansên nûçeyan ên derewker ji rastîyên cîhanê dûr nekevin û nexapin.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî neagahbûna rewş û halê cîhanê sedema jinavçûna her civakekê zanî û got: Hemî çîn û qatên gel û berpirs divê bi awayekî cidî bi dû naskirina armanc, şêwaz, sîyaset û xalên lawazî û bihêzbûna dijmin bin.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha got: Welatên ku idiaya şaristanîyetê dikin ku bi rastî qe bêhna şaristanîyetê nehatîye wan, hela jî serederîya wan ser bingeha nijadên reş û sipî û ewrûpî û ne-erûpî ye û zêdetir ji hin mirovan qîmetê didin ajel û heywanên malê ku xeniqîna koçberan a bi dû hev li deryayan nîşaneyeke vê rastîyê ye.
342/