AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

19 gulan 2023

20:21:46
1367047

Bişar Esed li rex civîna serokên Yekîtiya Ereban bi hevpêşeyê xwe yê tûnisî ra hevdîtin pêk anî

Serokkomarê Sûriyê li rx beşdariya di civîna serokên welatên erebî li Cedeya Erebistanê, bi hevpêşeyê xwe yê tûnisî ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora SANA News'ê, Bişar Esed Serokkomarê Sûriyê di hevdîtina digel Qeys Seîd Serokkomarê Tûnisê da li rex civîna serokên welatên erebî li Cedeya Erebistanê, bi wî ra derbarê peywendiyên dualî û hevkariya di warên cûrbicûr da axivî.

Serokkomarê Sûriyê got: Rayedar û balyozên Sûriye û Tûnisê ji bo amadekirina bernameya hevpar a pêngavrakirina di warê erebî û navneteweyî da gelek kiryar berçav girtine.

Serokkomarê Sûriyê tekez kir ku hemî ereb zarên gelekî ne ku bi hev ra girêdayî ne û ev taybetmendî di qewmên din da tuneye.

Serokkomarê Tûnisê jî got: Gelê Sûriyê ti wextî destwerdana biyaniyan di karûbarên vî welatî qebûl nekir.

 342/