AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

21 gulan 2023

11:25:44
1367550

Xwenîşamndana dijî Netanyahû li Filistîna dagirbûyî didome

Niştecihên erdên dagirbûyî roja Şemiyê di bîstemîn hefteya lidûhev da li dijî Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst û hilêxistina guherînên sîstema dadweriyê ji aliyê wî va xwenîşandan bi rê xistin.

Çavkaniyên ibrî ragihandin ku zêdetirî 150 hezar îsraîlî li dijî hikûmeta Netanyahû û dabeya wî ya dadweriyê li bajarên cûrbicûr derketin nav kolanan.

Tê gotin, tenê li bajarê Til Avîvê derdora 100 hezar kes li dijî hikûmeta Netanyahû hatin nav kolanan û dirûşme bilind kirin.

Dewama nerazîtiyan li dijî plana guhertinên di pergala dadweriyê da, Netanyahû neçar kir ku vê planê bi awayê demkî rawestîne.

Di pêşnumaya kabîneya Netanyahû nasyar bi Guhertinên Qanûna Dadweriyê, desthilata pergala dadweriyê tê kêmkirin û li aliyê din desthilat û cîgeha hêza cihêner û qanûndarêştinê yên vê rejîmê dê bên xurtkirin.

342/