Li gorî rapora Mehr News'ê, Coko Vîdodo Serokkomarê Endonezyayê îro Sêşemiyê li Koşka Mêrdikayê bi fermî pêşwazî li Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serê desteyeke payebilind a aborî û siyasî da serdana Endonezyayê li başûrê rojhilatê Asyayê kiriye.
Di rêûrisma pêşwaziya fermî ji Serokê Komara Îslamî ya Îranê da, serokkomarên Îran û Endonezyayê li hewşa koşka serokkomartiyê du nemam wek nîşana aştî û hevaltiyê çandin.
342/