AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

23 gulan 2023

20:36:40
1368208

Wezareta Karên Derve ya Îranê bertek nîşanî tawanên bêbingeh di daxuyaniya serokê Koma 7 da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê hin beşên daxuyaniya dawiyê ya komcivîna serokên Koma 7'ê (G7) ku pêkhatî ji tawanên bêbingeh û sexte li dijî Komara Îslamî ya Îranê ye, bi tundî şermezar kir.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê tevî redkirina tawanên bêbingeh li dijî bernameya navokî ya aştiyane ya Îranê, got: Bernameya Navokî ya Îranê tenê armancên aştiyane dişopîne û çeka navokî bi ti awayî di doktorîna Berevaniyê ya Komara Îslamî da cih nagire.

Kenanî bangewaziya rêberên Koma 7'ê ya vexwendina gişt welatan ji bo piştevaniya ji cihanîna Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY'yê gelekî ecêb û nîşana siyasetên dijhev ên van welatan zanî; ji ber ku ew bixwe binpêkerên sereke yên vê biryarnameyê û hokarên sepandina boykotên neqanûnî yên herî zêde dijî gelê Îranê ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Lihevkirinnameya Navokî kiryareke hevrê digel niyeta baş ji aliyê Îranê ji bo wêdadayîna nîgeraniyên çêkirî derbarê Bernameya Navokî ya Îranê û destkefta girîng a dîplomasiya çendalî zanî ku mixabin bi derketina neqanûnî ya Amerîkayê û bêtevgeriya aliyên ewropî li dû derketina Amerîkayê ji vê lihevkirinnameyê, tûşî zirar û ziyana cidî bûye.

342/