AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

23 gulan 2023

20:37:06
1368210

Li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê pevçûn qewimî

Çavkaniyên iraqî qala qewimîna pevçûneke giran di navbera parlementerên Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê kirin.

Nûnerên Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di civîna vê sibê da ketin pevçûnê.

Ev şer û pevçûn di navbera nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) da qewimî.

Fîlmên belavbûyî nîşan didin ku ev pevçûn gelekî giran bûye û parlementeran şûşeyên avê kewkî hev kirine.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin, ji ber kêşeyên pêkhatî, civîna Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê bo demeke din hatiye paşdaxistin.

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî helwêsta xwe derbarê civîna îro ya parlimanê aşkira kir û got:  Ez ji ber biryara îro destxweşiyê li parlimanê dikim û nabe ku ti kêşeyek bibe sebeb ku hilbijartina parlimanî paşda bikeve.

342/