Îbrahîm Mûsewî nûnerê Parlimana Libnanê roja Duşemiyê di merasimekê da bi boneya salroja "Cejna Berxwedan û Rizgarkirinê" got: 11 sal berê hewldanên Berxwedanê perrate bûn, lê roja îro em bûne bereyek ku ji Yemenê heta Xezzeyê dirêj bûye.
Mûsewî got: Bi bereketa xwîna şehîdan, ne tenê me hevsengiya parastin û pêşîlêgirtinê ava kir, belkî roja îro me hevsengiyek ji bo serkeftinê îcad kiriye ku li Filistîn, Libnan, Sûriye, Iraq û Yemenê bi cih bûye.
Vî nûnerê parlimana Libnanê her wiha tekez kir: Dijminê siyonîst gelekî biçûktir ji wê ye ku biwêre bi Îranê ra bikeve şêrr. Dijminê siyonîst li Xezzeyê asê maye û heta bi koma berxwedanê ya Cîhada Îslamî ra nikare; vêca bi Hamas, Hizbullah û welatên din ên Bereya Berxwedanê ra ku qet nikare.
342/