Fatih Bîrol Rêveberê Cihanînê yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê got: Ewroapyê kariye bazarên enerjiya xwe bigherîne û pişka xwe ji kirrîna gaza Rûsyayê bigihêne kêmtir4 ji sedî 4ê û abora vê yekîtiyê hîn derbasî qonaxa paşketinê nebûye.
Rêveberê Cihanînê yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê bi gotina vêya ku kiryara Ewroapyê ya kêmkirina girêdayîbûna bi nft û gaza Rûsyayê û kêmkirina qeyrana enerjiyê ya ji ber şerê Ukraynê baş bûye, hişyarî da: Ewropa hema wisa bi kêşe ye û bazara enerjiyê tûşî sê pirsgirêkên bingehîn e.
Bîrol her wiha got: Derketina Çînê ji siyaseta gihandina KOVÎD'ê bo asta sifir di Kanûna derbasbûyî da bûye sebeba zêdebûna daxwaza enerjiyê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê pêşbînî kiriye ku daxwaza cîhanî ya niftê îsal zêde ji du miliyon bermîl di rojê da zêdetir bibe.
Wî got: Ciyhê ecêbmayînê nîne ku Çîn wek duyemîn bikirrê mezin ê niftê li cîhanê piştî Amerîkayê nêzikî sedî 60 ji zêdebûna daxwaza vê berhemê ji xwe ra terxan bike.
Pirsgirêka bingehîn a din ku bazarên enerjiyê yên Ewropayê tûşî wê bûne ev e ku girêdayîbûna wan bi gaza Rûsyayê bi tamî nehatiye qutkirin û asoya raberkirina gazê jî nediyar e.
Gelek ji welatên navçeyê sala derbasbûyî ji ber kêmbûna giran a kirrîna gaza Rûsyayê, tûşî qeyrana enerjiyê bûn.
Hêjayî gotinê ye, Kompaniya dewletî ya enerjiyê ya Gasprom'a Rûsyayê Çileya derbasbûyî ragihand ku hinardekirina gaza vê kompaniyê bo Swîs û Yekîtiya Ewropayê di vê mehê da sedî 55 kêm bûye.
342/