AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

27 gulan 2023

20:42:32
1369146

Nêçîrvan Barzanî bang li aliyên hevpeymaniya rêveberiya dewletê kir ku pabendî rêkeftinan bin

Serokê Herêma Kurdistanê “dilgiraniya xwe ya mezin” li dijî destkarî û guhertinên madeyên 13 û 14 yên projeyasaya budceya Iraqê nîşan da û ragihand, “Daxwaz ji hemû aliyan û bi taybetî aliyên hevpeymaniya rêveberiya hikûmetê dikim ku pabendî rêkeftinan bin.”

Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê  madeya 13 û 14 ya projeyasaya budceya giştî bi guhertin pesend kir ku girêdayî pişka Herêma Kurdistanê ne, çend endamên Kurd ên komîteyê ji civînê derketin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser guhertinan peyamek belav kir û got, “Em bi dilgiraniyeke mezin li destkarî û guhertinên projeyasaya budceya Iraqê dinêrin ku peywendiya wan bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hene û em bi tevahî red dikin.”

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî ew gava, “Çêkirina astengan e li ber projeyasaya budceyê ku hemû Iraqî bi hêvî çavên wan lê ye ku ji bo sê salên bê were pesendkirin.”

342/