Di daxûyaniya Wezareta karên Derve ya Azerbaycanê de hatiye: Di vê hevdîtinê de, Cêyhûn Elîêv, derbarê demajoya normalkirina peywendiyên di navbera Bakû û Yêrîwanê hişyarî da Nunerê Sekreterê Giştî yê NATO`yê
Kolomîna jî teqez kir ku NATO piştgiriyê dide demajoya normalkirina peywendiyên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê.
Ev hevdîtina di halekî de ye ku çavkaniyên nûçeyan ên Komara Azerbaycanê roja pêncşemiyê ragihandin ku di civîna sêqalî ya serokkomarên Rûsiyê û Ermendsitanê û Komara Azerbaycanê li Moskowayê, Yêrîwan û Bakûyê derbarê bifermînaskirina yekperçetiya erdê li hev kirin.
Di vê civînê de ku bi mazûvaniya Viladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Rûsiyê û bi beşdariya Îlham Elîêv, Serokkomarê Azerbaycanê û Nîkol Paşîniyan, Serokwezîrê Ermenistanê hat lidarxistin, her du aliyan derbarê pêşketina muzakireyên bidestxistina aşitiyê de agahî dan.
342/