AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

27 gulan 2023

20:44:59
1369150

Gelheya misilmanan li Japonê zêde bûye

Gelheya misilmanan li Japonê di heyama du dehsaliyên dawî da gihîştiye zêdetirî 200 hezar kesî.

Li gorî rapora Ajansa Asahi Shimbun'ê, Zewaca misilmanan digel welatiyên japonî di du dehsaliyên dawî da bûye sebeba zêdebûna gelheya misilmanan.

Hîrofomî Tanada mamosteyên malnişînbûyî yê civaknasiyê li Zanîngeha Vasdaya Tokyoyê bawer e 200 hezar misilman li Japonê hene.

Li gorî lêkolîna wî û hevkarên wî, di Adara 2021ê da 113 mizgeft li seranserî Japonê hebûn; di halekî da ku sala 1999an tenê 15 heb mizgeft hebûn.

Hêjayî gotinê ye, yekem wergera Quranê li zimanê japonî sala 1929an pêk hat.

342/