Hac Îsmaîl Qaanî di sefera Sûriyê de, beşdarê meşqa leşkerî ya hevpar a Îran û Sûriyê bû û bona rawestana li himber bêewlehiyên eskerî û ewlehiyê rewşa navçe û mêhwerên hestiyar ên Sûriyê bi amadebûna karbidestên leşkerî yên vî welatî hilkoland.
Fermandê sipaha Qudsê di vê seferê de bal kişande ser vê yekê ku Amerîka bingeha sereke ya gendelî, alozî terorîzm û nakokiyên Sûriyê, navçe û cîhanê ye û got: Sûriye û Îran welatên birayê hev in û têkiliyên istratejîk, giştalî û kûr hene.
Komara Îslamî ya Îranê dê di li himber kêşeyan de li kêleka gelê Sûriyê û hikûmeta Sûriyê bimîne.
Hêjayî gotinê ye ku Serdar Qaanî bona piştgiriya ji berxwedanê û berevaniya ji welatên ku li himber zilm û zora îstikbara cîhanî rawestane, serdanên meydanî bo hejmarek ji welatên navçê kir.
342/