Vê rêxistina filistînî tekez kir: Siyonîstên îşxalker sîstemên kompîtur û ragihandinê yên hêzên pijîşkî ji dest dan û bi xwe re birin.
Duh jî berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezeyê ragihand ku Rejîma Siyonîst ji destpêka êrişa ser Zîvala Xezeyê ji 7 Cotmeha îsal heta niha 340 personelên pizîşkî bi qestî şehîd kirine û 99 kes jî girtine.
Doktor “Eşref El-Qedara” her wiha got: Di vê heyamê de 123 otombîlên rizgarkirinê jî li êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê hatin jinavbirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezeyê ragihand ku hejmara şehîdên filistînî yên ji ber êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê gihîşt 27 hezar û 947 kesan.
Li gorî vê raporê, êrişên bênavber ên hewayî û bejayî yên artêşa Siyonîst ser deverên curbicur ên Zîvala Xezeyê ji Heft Ekterê heta niha 67 hezar û 457 kes birîndar bûne.