AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Roj News
şemî

10 reşemî 2024

8:41:47
1436518

Îran: Emê piştgiriya ji bo komên çekdar yên Lubnanê bidomînin

Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir ku ewlehiya Lubnanê jî dişibe ya me, divê Amerîka di şerê Rojhilata Navîn de dev ji piştgiriya Îsraîlê berde û got “Em piştgirîkirina hêz û komên çekdar yên Lubnanê bidomînîn.”

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan li Beyrûtê di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ku ewlehiya Lubnanê jî dişibe ya me, divê Amerîka di şerê Rojhilata Navîn de dev ji piştgiriya Îsraîlê berde û got “Em piştgirîkirina hêz û komên çekdar yên Lubnanê bidomînîn.”

Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, wezîrê Derve yê  serdana paytexta Lubnanê Beyrûtê kir û daxuyaniyek çapemeniyê lidar xist û got; “Ewlehiya Lubnanê jî dişibe ya me, divê Amerîka di şerê Rojhilata Navîn de dev ji piştgiriya Îsraîlê berde. Weke Îran emê piştgiriya Lubnan û komên çekdar yên ji bo li dijî êrîşên Îsraîlê yên li herêmê bidomînin.”