Di berdewamiya raporta îro ya pîrozbahiya serketina inqilaba Îslamî ya Têhranê de, ajansa Royterzê nivîsî ku serokomarê Îranê Seyîd Îbrahîm Reîsî di gotareke televîzyonî de Amerîka û hin welatên rojavayî bi piştgirîkirina "sûcê dijî mirovahiyê ya Rejîma Siyonîst li Gezeyê" tawanbar kir.
Li gor raporta vê ajansa nûçeyan a îngilîzî, di meşa îro de çînên curbicur ji leşker, xwendekar, mele û berpirsên payebilind ên siyasî û leşkerî beşdar bûne. Jinên bi çadir jî tevî zarokên xwe yên biçûk hatin kolanên Îranê û gelek ji wan wêneyên rêberê şoreşê Ayetullah Seyîd Elî Xamineyî hilgirtin.
22ê Adarê li hezar û 400 navçe û bajarok û zêdetirî 35 hezar gundên welêt bi hevdemî hat lidarxistin.