Li gorî
rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna-Balafirên dewleta Tirk ya dagirker gundê Sergelê yê girêdayî navçeya Amêdiyê bombebaran kirin.
Balafirên dewleta Tirk ya dagirker gundê Sergelê yê girêdayî navçeya Amêdiyê yê girêdayî parêzgeha Duhokê bombebaran kirin. Ji ber liv û tevgera zêde ya balafiran bi ser deverê, têkildarî zererên canî û madî tu agahî nehatin bidestxistin.
Devera gundê Sergelê ciheke ku balafirên şer û bêmirov yên dewleta Tirk ya dagirker bi berdewamî bombebaran dikin. Di heman demê de çekdarên PDK’ê jî li ser fermana dewleta Tirk ya dagirker nahêlin gundiyên deverê hatin û çûyînê bikin.