Rêvebirê nivîsgeha El Cezîre li Lubnanê Mazen Îbrahîm ragihand ku îro Rejîma Dagirker a Îsraîlê çend êrîşên esmanî yên nû li ser hemû deverên başûrê Lubnanê pêk anîn û di encamê de kesek birîndar bû.
Ev çavkanî bêyî amaje bi hûrgiliyên wê êrîşê û navê berpirsê ku bûye armanca kuştinê; Wî ragihand ku hêzên berevaniya sivîl a ser bi girûpa "Keşefa el-
Rîselah el- Îslamiye" yekîneya ambûlansê ya ser bi Tevgera Amal Libnanê ve ragihandin ku birîndarekî ji wê êrîşê veguhestine nexweşxaneyeke li herêmê.
Eva li halekê ye ku roja duşemiyê çendîn bajarên başûrê Lubnanê bûne armanca 7 êrişên Rejîma Siyonîst û li gorî ajansên nûçeyan ên Lubnanê, firokeyên Rêjîma Siyonîst jî li devera sînorî ya Tir Harfayê êrişî maleke bê niştecih kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê li Zîvala Gezayê ji 7ê Cotmehê ve, sînorên başûrî yên Lubnanê bûne şahidê êrişên hevdu yên Hizbullah û Rejîma Siyonîst, ku ev yek bûye sedema nîgeraniya navneteweyî ji berfirebûna alozî û nakokiyan.