AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Seher Kurmancî
şemî

8 pûşper 2024

20:23:23
1464297

Pêşnîyarên Îranê di civîna awarte ya Konseya Wezîrên Karên Derve ya D8ê da ji bo çareserkirina qeyrana Xezzeyê

Wekîlê Komara Islamî ya Îranê di civîna awarte ya Konseya Wezîrên Karên Derve ya welatên endamê D8ê derbara Xezzeyê da 9 pêşnîyarên Îranê ji bo hilkolandin û biryardayîna derheq vê meseleyê da ragihand û got ku em hêvîdar in vê civînê encamên şênber û demlidest ji bo kêmkirina êş û derdên gelê birûmet ê Xezzeyê hebe.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Elî Baqirî Wekîlê Komara Îslamî ya Îranê di civîna awarte ya Konseya Wezîrên Karên Derve ya welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Aborî ya 8 welatên di halê pêşketinê da (D8) ku derbara rewşa Xezzeyê li Istenboê hat lidarxistin, got: Em ser vê bawerê ne ku aştî, istiqrar û ewlehîya tam û rastî li Rojhilata Navînê heta dema ku 2 meseleyên ``nehîştina tam a dagirkerîyê `` û ``jiçekirina navokî`` ya Rejîma Sîyonîst serê xwe negirin, dê pêk neyê.

Ji bo vê yekê jî me 2 destpêşxerî hilêxistîye: Ya yekem; plana ``giştpirsîya netewî li Fiilstînê`` bi pişikdarîya niştecihên rastî yên Fiilstînê ji misilmana bigire heta mesîhî û cihûyan ji bo ku çarenûsa xwe û pergala sîyasî ya siberojê li Filistînê destnîşan bikin. Ya duyem; Rojhilata Navîna bêyî çekên navokî û komkujîyê.``

Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: 8 meh in ku êrişên Rejîma Sîyonîst didomin, em hela jî dibînin ku civaka navnetewî karekî ji bo bidawîhanîna van cinayetên bêmînak nake. Rewşa nika li Refehê jî cîhan xistîye ber karesateke merivî ya din. Rejîma dagirker bi sîyaseta cezakirina komkî, bi dû pêkaîna armanca xwe ya şûm û bitaluke ya hilweşîna civakî li Xezzeyê ye ku dil heye ji bo vê meremê usa bike ku ev herêma idî bikêrî jîyanê neyê ku xwe mînaka berbiçav a cinayeta cengê û jînosaydê tê hesêb. Hevgirtinas welatên islamî dikare pêşîya berdewambûna cinayetan û sîyaseta hanê bigire. 

Elî Baqirî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku divê hemî bal û potansdîyelên welatên islamî û welatên endamê Rêxistina D8ê ji bo girtina pêşîya cinayetên Rejîma Sîyonîst û sîyaseta vê rejîmê ya dijî filistînîyan werin rêkxistin.

Birrîna rêyên dabînkirina pêwîstîyên ku rola jîysanê ji bo Rejîma Sîyonîst hene, sekinandina peywendîyên sîyasî û aborî, boykotkirina nift, enerjî û kel û pelên Rejîma Sîyonîst pêngavên pêwîst û şênber hibmerî destdirêjîyên vê rejîmê ser Zîvala Xezzeyê û qirrkirina gel û têkdana vê navçeyê ne.

Hevgavê vê yekê Rêxistina Hevkarîya Islamî xistian navê Rejîma Sîyonîst di nav lîsteya reş a NY da ya ji ber binpêkirina mafên zarokan karekî baş zanî.

Bi dû êrişa hovane ya artêşa Rejîma Sîyonîst ser dibistaneke ser bi Ajansa Hawargiheştin û Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA), Antonîyo Gotereş Sersekreterê NY ragiand ku biryar e ku navê rejîma Israyîlê ji ber kuştina zarokan li Zîvala Xezzeyê bixe lîsteya reş a binpêkerên mafên zarokan.