Li gorî vê raporê, teqînên hovane li bajarê Akrê li bakurê Filistîna dagirbûyî hejiyan.
Medyayên Rejîma Siyonîst jî ragihandin ku bi deh hezaran îsraîlî ber bi penagehên bajarên Akrê û Kiryat Bîalikê reviyan.
Artêşa Siyonîst her wiha ji ketina tiştekî gumanbar ji Lubnanê bo esmanê navçên dagirbûyî ragihand ku ev yek bû sedema aktîvkirina sîstemên berevaniya hewayî û aktîvkirina alarmê.
Vê saziyê li ser rûpela xwe ya şexsî li ser tora civakî ya Xê (Twittera berê) nivîsîbû: Beriya çend deqîqeyan sîstema me ya berevaniya esmanî agir berda tiştên bi guman ên ji Lubnanê diçûn û ew ji nav birin. Niha metirsî ji holê rabûye û rewş vegeriyaye rewşa asayî.
Tevgera Hizbullaha Lubnanê heta niha li hember vê bûyerê ti bertek nîşan nedaye û berpirsyariya êrîşa li ser bajarê Akrê li bakurê navçeyên dagîrkirî negirtiye ser xwe.
................................
dawiya peyamê/