Encumena Parastina Destûra Bingehîn a Îranê ji bo hilbijartinên serokkomariyê namzedkirina 6 namzedan pesend kir.
Li Îranê dê 14mîn hilbijartinên serokkomariyê bên lidarxistin.
80 kesî xwe ji bo namzediyê tomar kiribû.
Encûmena Parastina Destûra Bingehîn a Îranê namzediya Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Elîreza Zekanî, Mesûd Pizîşkiyan, Mistefa Pûrmihemedî û Emîr Hisên Qazîzade Haşimî pesend kir.
Namzedên wekî Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Emîr Husên Qazîzade Haşimî, Elî Zakanî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Meşûd Bijîşkiyan jî ji eniya reformxwaz e.
Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Li gorî bernameya hilbijartinan, roja duşemê bi fermî kampanyaya hilbijartinê dest pê dike.
Hilbijartin dê 28ê Hezîrana 2024an were kirin.
Li gorî destûra bingehîn a Îranê eger serokkomar li ser posta xwe nemîne divê komîteyek were avakirin û Serokê Parlamentoyê, Serokê Desthilata Dadweriyê û Alîkarê Yekem ê Serokkomariyê heta 50 rojî serokkomarekî nû hilbijêrin.
Çi bûbû?
Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.
Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.
Ji ber şert û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.
Enqaza helîkopterê piştî ketina wê 15 saetan bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.
Kî û kî şehîdbûn?
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihandibû ku kes ji qezayê bi saxîtî nemana hemû şehîdbûn .
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.
Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de şehîdbûn .