Welatiyên Elewî yên li bajarên Qerdeha, Ceblah, Laziqiye, Tartûs, Hums û Mesyafê ji bo şermezarkirina vê xirakirina pîroziyên Elewiyan xwepêşandanên berfireh li dar xistin.
Li hember van xwenîşandanan, hêzên leşkerî yên rejîma Colanî dest bi teqekirina rasterast li xwenîşanderên aştiyane li bajarên curbicur ên Sûriyê kirin ji bo tepeserkirina van xwepêşandanan.
Di encama gulebarana hêzên Colanî li ser xwepêşandanên Elewî li bajarê Humsê kesek şehîd û 3 birîndar bûn.
Xwepêşandanên li bajarên Sûriyê dest pê kirin piştî ku hêzên rejîma Colanî êrîşî mezargeha “Ebî Ebdullah El-Husên bin Hemdan Xasîbî”, yek ji kesayetiyên pîroz ên elewiyan, li devera Mislon a bajarê Helebê kirin. ji bo şewitandina vê mezargehê, 5 xizmetkarên mezargehê jî kuştin, van hêzan vîdyoya çalakiya xwe ya binpêkirina tevgera pîrozên Elewî li ser torên civakî belav kirin.