AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
çarşem

23 adar 2016

20:41:15
742840

Salvegera Wefata Seîdê Nûrsî

Jiyana wî bi girtin û sirgunan derbas bû lê dev ji doza xwe berneda.

Salvegera Wefata Seîdê Nûrsî

Jiyana wî bi girtin û sirgunan derbas bû lê dev ji doza xwe berneda.

Alimê mezin ê Îslamê Seîdê Nûrsî di sala 1878an de li gundê Nûrsê ya li ser Hîzana Bedlîsê ji dayîk bû. Ev mirovê bi qedr û qiymet ji bo ku li Wanê bi navê Medresetü’z Zehra medreseyekê ava bike di sala 1907an de çû Stenbolê. Yek ji xeyalên wî ya herî mezin jî avakirinê wê zanîngehê bû lê mixabin şert û merc tu caran musaîd nebûn.

Metefekîrê binavûdeng paşê jî ji bo ku bi Cemiyeta Îttihak û Terakiyê re bikeve têkiliyê derbazî Selanîkê bû û piştî Serhildana “31ê Adarê” hate girtin lê demekê şûnda piştî darizandinê serbest hate berdan.

Sala 1916an di şerê Osmanî û Rûsiyan de êsîr kete destê Rûsan û piştî ku salekê di kampa êsîran de ma, revî û vegerî welêt. Sala 1922an li ser daweta Rêberê Komarê Mistefa Kemal Paşa hate Enqerê lê piştî demekê zivirî Wanê.

Di wan salan de Serhildana Şêx Seîdê Paloyî dest pê kir, Bedîuzzaman Seîdê Nûrsî şiret li wan kirin ku dest bi serhildanê nekin lê digel vê piştî serhildana Şêx Seîd, ew sirgunî Barlayê kirin.

Salên 1925 û 1952an, salên heps û sirgunê bûn. Alimê mezin ji Bûrdûrê heta İsparta, Kastamonu, û Emirdaxê bajar bi bajar di girtigehan de ma û weke sirgunan jiya. Ji ber pirtûk û nivîsên wî jî gelek bela hatin serî û di hepisxaneyên Eskişehîr, Denizli û Afyonê de ma. Lê dawiya dawî ji hemû dozên derheqê wi de hatibûn vekirin, bereat kir.