AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar Tv
yekşem

19 adar 2017

8:48:05
818709

Pîrozbahîya salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Zehra (S)

Îro yekşem 29`ê Isfendê, 20`ê Cemad ul Sanîya sala 1438 a Hicrî-Qemerî, 19`ê Adara 2017`ê, salroja jidêbûna bimbarek a hezreta Fatimeya Zehra (S) keça pêxemberê hêja yê Îslamê (S) ye.

Hezreta Fatimeya Zehra (S) keça hefad a pêxemberê ekrem (S) di 20`ê Cemadî ul Sanî ya sala heştem a berî hicretê da hat dinyayê.

Ev xatûna ji zaroktîyê va li mala wehyê bi rênimûnîyên bavê xwe, pêxemberê ekrem (S), giheşte pileyên herî bilind ên kemal, zanist û qencîyê.

Keça hêja ya hezretê Mihemed (S) hevsera Îmam Elî (S) yekem îmamê şîeyên dinyayê, erkên xwe yên hevserdarî û dayîktîyê bi awayê herî baş cih anîn û insanên hêja yên wek Îmam Hesen (S), Îmam Hisên (S) û hezreta Zeynebê (S) perwerde kirin.

Hezreta Fatimeya Zehra (S) di hemî waran da, jibo jinên dinyayê mînak e û roja jidêbûna wê li Îranê hevçaxê salroja jidêbûna hezretê Îmam Xumêynî (RE) xîmdanerê Komara Islamî ya Îranê ye û wekî roja Dayîk û Jinê hatîye binavkirinê û di vê rojê da rêz li cîgeha jinan û nemaze dayîkan tê girtin.

Bi boneya salroja jidêbûna xatûna her du aleman, keça hêja ya resûlê ekrem (S) sidîqeya tahire hezreta Fatimeya Zehra (S), li seranserî Îranê cejn û şayî ye.

Rewşa seranserî Îranê nemaze bajarên pîroz ên Qum û Meşhedê cida ye û hogir û evîndarên binemala resûlê ekrem (S) bi xemilandina kûçe û kolanan nemaze bi vêxistina rêzelampan bi şayîyê vê boneya bimbarek pîroz dikin.

Radyo û televîzyona kurdî ya Komara Islamî ya Îranê bi boneya salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Zehrayê(S) pîrozbahîyê ji hemî misilmanan û azadîxwazên din ên dinyayê re dibêje.