AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar Tv
pêncşem

30 adar 2017

0:23:42
820794

Eleqeya li hember cil û bergên kurdî çima zêde dibe

Di çend salên dawî de eleqeya li hember cil û bergên kurdî û herêmî her ku diçe zêdetir dibe. Heta êdî qîz û xort di dawetên xwe de jî ji berdêla bûkanî û cilên modern, cilên herêmî tercîh dikin.

Li gorî rapora Sputink`a Kurdî, Eleqeya li hember cil û bergên kurdî ên rengarengo roj bi roj zêdetir dibe ku mirov dikare bêje ji nû ve bûye mode. Li Newroz, şahî, rojên taybet êdî cilên kurdî têne lixwekirin. Heta keç û xort di daweta xwe de ji bedêla bûkanî û bedilên modern, cilên kurdî tercîh dikin û lixwe dikin.