AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar Tv
în

21 avrêl 2017

9:29:06
825087

Civîna rêzgirtina helbestvanê Kurd ê îlamî hate lidarxistin

Civîna rêzgirtina helbestvanê binavûbang ê Kurd ê Îlamî, Elîşah Xan Heyderîzade, li hola Neşmîlê ya bajarê Serabelê ji bajaroka Çerdawela Îlamê, îro çarşemiyê dest pê bû.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Kurdpress`ê, di vê civînê de Elî Mihemed Niyakan, birêvebirê giştî yê dayira Çand û Îrşada Îslamî ya Îlamê, berhemên Elîşah Xan kêmmînak dan zanîn û got: Ji Elîşah Xan, zêde ji 42 defterên helbestan bi xeta Nestelîqê ligel resmên wî bi xwe mane ku li cureya xwe li rojavaya welêt, kêmmînak in.

Niyakan ji wergirtina 52 nivîsar û 10 helbestan ji aliyê nivîsgeha civînê agahî da û got: Komhelbestên Elîşah xanê Heyderîzade, helbestvanê bi navûbang ê Îlamî, bi piştevaniya wezareta îrşadê û parêzgariya Îlamê, piştî serastkirinê, wê were weşandin.

Elîşah Xanê Heyderîzade, kurê Îlahî Xan, yek ji kesayetiyên mezin ên êla Xezelê li navçeya Zencîreya bajaroka Çerdawelê ye. Ew di sala 1320`an hate dinê û eger çi di serdema Pehlewî de karî dersa seretayî bixwîne lê qet nekarî dersxwendina xwe bidomîne, lêbelê di eynî demê de jêhatîbûnên wî yên zav hebûn û xeteka wî ya delal jî hebû.

Ew li aştî û hevhatinên eşîretiyê hertim pêşeng bû û yek ji aştîxwazên êla Xezelê dihate nasîn û li serdema şerrê heştsalî de, ew yek ji fatihên Mîmekê bû.

Ew helbestvanê navdar di sala 1382`an de koça dawiyê kir.